• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Cizîrê şahiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat lidarxistin

Şirnex / AW

1 TEBAX 2025 - 22:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li navçeya Cizîrê şahiya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan di şahiyê de axivî û got: “Em ê rojên xweştir bibînin. Lê ji bo wê rêxistinbûyin pir girîng e. Rêxistinbûyîn wê bibe hêza me.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li qada Îtfaiyê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê şahiya, “Aştî û civaka demokratik” li dar xist. Dayikên Aştiyê, Berdevka DEM Partî û parlamentera Şirnexê Aysegul Dogan, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DBPê, DEM Partî yên Şirnexê û navçeyên wê û gelek welatî tevlî şahiyê bûn.

Şahî ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê DBPê yê Şirnexê Sekvan Kiliç û Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Ramazan Uysal li ser dike gel silav kirin û gotin ku divê hemû gel xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin.

‘Rêxistinbûyîn wê bibe heza me’

Piştre jî Berdevka DEM Partî Aysegul Doğan axivî û bi lêv kir ku ew li vir peyama xwedîderketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didin û wiha got: “Raste me êşên mezin dîtin lê niha em ji bo destpêkeke nû amade ne. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11ê Tirmehê de me li Silemaniyê dîrokeke nû dît. Rûpeleke nû vêbû. Şewazên têkoşînê diguherin. Ew şewazên nû rêxistinbûyineke nû dixwazê. Di serî de divê em tîfaqa nav xweyî ava bikin. Divê em li xwe bawer bibin. Em miletekî pêşeng in. Divê em xwe rêxistin bikin. Hêza me şert û mercên nû derxistine. Van şert û mercên nû jî derfeta aştiyeke mayînde derxistiye holê. Divê vê derfete baş bê bikarbînin. Me berdêlên mezin dan. Lê niha dîrokeke nû li pêşiya me ye. Em dixwazin aştiyeke hemû kes wekhev bibin, nasnameya me û hemû pêkhateyan û baweriyan bên naskirin. Em ê rojên xweştir bibînin. Lê ji bo wê rêxistinbûyin pir girîngê ji bo me. Rêxistinbûyîn wê bibe heza me.”

Piştî axaftinan Koma Avazên Botan derketin ser dikê û stranên xwe pêşkesî gel kirin. Welatiyan jî bi çoş guhdarî stranan kirin. Şiître jî Koma Sterkên Cûdî derket li ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin. Welatiyên tevlî şahiyê bû bi gerandina govendê, çepikan û berzkirina dirûşmeyan tevlî stranan bûn. Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: aştîCizîrgelşahî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

28 ADAR 2026
Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

28 ADAR 2026
Li Êlihê li sê cihan agirê Newrozê hate vêxistin

Li Êlihê li sê cihan agirê Newrozê hate vêxistin

18 ADAR 2026
Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

17 ADAR 2026
Li Edeneyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

Li Edeneyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

15 ADAR 2026
Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (24)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne