Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Colemêrgê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de polîsan di danê sibehê de li Colemêrgê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de gelek ciwan hatine binçavkirin. Ciwanên ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.
Hejmar û navên kesên hatine binçavkirin nehat zanîn.