Qomîserê polîsan ê bi navê Mehmet Cengiz di nav avahiya Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê de xwe kuşt.
Li Midûriyeta Ewlekariyê ya Colemêrgê qomîserê polîsan bi çeka xwe kuşt. Hat zanin ku qomîserê bi navê Mehmet Cengiz (35) ê li ser wezîfeya xwe bû bi çeka xwe gule berda serê xwe da û bi giranî birîndar bû. Tîmên tendiristîyê hatin cihê bûyerê. Cengîz piştî mudaxeleya yekem veguhestin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Cengîz piştî çend saetan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêpirsîna dadwerî û îdarî hate destpêkirin.













