Li Denîzliyê bi hezaran kesî agirê Newrozê geş kirin. Parlamenter Ceylan Akça di pîrozbahiyê de bal kişand ser mafên bingehîn û got: “Gelê Kurd dixwaze ziman û nasnameya xwe bi garantiya destûrî û bi azadî bijî.”
Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) a Denîzliyê, pîrozbahiya Newrozê li taxa Esentepê, li kêleka cihê bazara girtî pêk anî. Di pîrozbahiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça û Endama Meclîsa Partiyê (PM) Aysel Bayta Cansel cih girtin û bi hezaran kes di qada pîrozbahiyê de kom bûn. Di pîrozbahiya ku jin li refên herî pêş bûn, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Li ser dikê pankartên mezin ên bi dirûşmên îsal ên Newrozê ya “Newroza Azadî û Demokrasiyê” hat daliqandin. Qada pîrozbahiyê bi temamî bi alayên DEM Partiyê hat xemlandin û ber bi pêşiya dikê ve jî balonên bi rengên kesk, sor û zer hatin danîn. Di dema pîrozbahiyê de alaya Kurdistanê û dovîzên ku li ser “Jin, Jiyan, Azadî” hatibûn nivîsandin hatin hildan.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî ku komîsyona amadekar hat nasandin, Hevserokên DEM Partiyê yên Denîzliyê Cevahir Kayar û Enes Oge gel silav kirin. Cevahîr Kayar û Enes Oge di axaftinên xwe yên kurt de bal kişandin ser têkoşîna ku ji aliyê jinan ve tê meşandin û her wiha bal kişandin ser têkoşîna gelê Kurd û newroz pîroz kirin.
Piştre Endama Meclîsa DEM Partiyê Aysel Bayta Cansel, peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Peyam bi coşeke mezin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça jî bi kurdî û tirkî axivî û bal kişand ser mafên etnîkî û çandî yên Kurdan. Ceylan Akça destnîşan kir ku gelê Kurd dixwaze ziman û nasnameya xwe bi garantiya destûrî bi azadî bijî û silavên xwe ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de ne re şand.
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi coşeke mezin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” de hat pêxistin. Di pîrozbahiya ku bi piranî jin û ciwan beşdar bûn, coşa wan a bilind bal kişand. Pîrozbahî bi derketina hunermend Şîlan Dora ya li ser dikê berdewam kir.
Pîrozbahî bi berzkirina dirûşman û tîliliyan bi dawî bû.














