Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞê di operasyonê de 7 DAIŞî girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn têkildarî operasyona li dijî DAIŞê daxuyaniyek weşand. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de diyar kir ku Dezgeha Ewlehiya Giştî û Koalîsyona Navnetewî berbanga Pêncşemê (2 Çile) operasyoneke ewlehiyê ya serketî li rojhilatê Dêrazorê kir û 7 DAIŞî girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha got: “Ev operasyon di çarçoveya hewldanên me yên domdar yên li dijî bermahiyên terorîstan û paqijkirina herêmê ji gefên wan ên domdar de hat kirin. Hêzên me di tesbîtkirina cihên endamên şaneyê de bi ser ket. Endamên şaneyê ku ji herêma Serêkaniyê û bajarê El Bûkemal hatibûn û derbasî herêmên rojhilatê Firatê bûbûn, çek li endamên din ên şaneyê belav dikirin. Di operasyonê de miqdareke çek û belgeyên di destê wan de hatin desteserkirin û berî ku wan bişînin pêşberî edaletê, lêpirsînên destpêkê hatin kirin, ji bo ku rê û rêbazên qanûnî yên pêwîst bên temamkirin. Tevî tevliheviya li beşên din yên Sûriyeyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê herî ewle ne. Hêzên me teqez dikin ku dê li hember hemû gefên terorîstan û hewldanên mîsogerkirina ewlehiya şêniyên herêmê bidomîne.”