Li paytexta Sûriyeyê Şamê bi taybet li herêma Qesra Serokatiyê dengê guleyan tê bihîstin.
Li gorî nûçeya ANHAyê dengê guleyên zêde li naverasta bajêr, bi taybet li herêma Qesra Serokatiyê (Qesra Gel) û herêma El Mezê 86an hat bihîstin. Li kêlek wê jî rewşa hişyariyê ya bilind heye.
Hat gotin ku heta niha sedema avêtina guleyan li wan herêman û ne jî rewşa hişyariyê ya bilind a hêzên ewlehiyê li bajêr nayên zanîn.













