Vê sibehê li Dêrsimê polîsan bi ser malan de girt û 4 kes kirin binçavan.
Li navçeya Pêrtagê ya bajarê Dêrsimê vê şeveqê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin midûriyeta polîsan.