Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, belavokên Newrozê belav kirin û banga tevlibûnê li gel kirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, ji bo pîrozbahiya Newrozê ya sibê bi şîara, “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pêk tê, serdana esnafan kir. Platformê, li kolanan belavokên têkildarî Newrozê belavkirin û serdana dikanan kir. Endamên Platformê bi bîr xistin ku dê sibê li Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve meş were lidarxistin û piştre jî Newroz were pîrozkirin. Endamanê Platformê ji gel xwestin ku tev li meş û pîrozbahiyê bibin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê weke axaftvan tev li pîrozbahiyê dibe. Hunermend Beser Şahîn û Siya Şevê jî dê derkevin ser dikê.













