Li navçeya Lîceya Amedê Deşta Fîs e şewat derket. Maşîneyên agirkujê yên Şaredariya Lîceyê midaxaleya şewatê kir.
Di rojên dawî de li bajarê Kurdistanê û Tirkiyeyê şewat zêde bûye. Her roj zevî û dasistan têne şewitandin. Li herêma Gundê Fîsê yê navçeya Lîceyê ya Amedê şewat derket. Piştî agir bi zevîyan û qada daristanê ket, maşîneyên agirkuj ên Şaredariya Lîceyê midaxalê şewatê dikin. Agirê ku bi zeviyan ketiye belav dibe. Nehat zanîn ku agir çima bi zeviyê ketiye.