Bi dronan êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Xerab El Cîr a li bajarê Rimêlanê hatin kirin, dengê teqînan ji baregehê hat bihîstin. Lê tu agahiyên der barê ziraran de nehatin bidestxistin.
Hejmarek dronan êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li gundewarê bajarê Rimêlanê yê bakurê Cizîrê kir.
Li gorî agahiyan, herî kêm 6 dronan êrişî baregehê kiriye, lê agahiyên têkildarî ziraran de nehatine bidestxistin. Tê zanîn ku di baregehê de hêzên Amerîkayê hebûn, lê vê mehê jê vekişiyabûn.













