Amed – Pêlavfiroşek her êvar bi sedan cureyên pêlavan li pêşberî Ceylan Karavîl AVMê datîne û li dijî pêlavên biha pêlavên erzan difiroşe.
Giraniyê ango krîza aborî pişta xelkê şikandiye û civakê bi hev ve qutifandiye. Bi taybetî jî di salên dawî de cil û pêlav her demsal biha dibin. Li mexazayan ango dikanan cil û pêlav pirr biha ne. Gelek caran welatî berê xwe didin dikanên erzan û li cil û pêlavên erzan digerin.
Nexasim jî mexazayên li navendên danûstandinê cil û pêlavan pirr giran difiroşin. Gelek welatî destvala ji mexazayan vedigerin.

Demek dirêje li pêşberî Navenda Danûstandinê ya Ceylan Karavîl a Amedê firoşkarek pêlav heye. Ev firoşkar her êvar bi sedan cureyên pêlavan datîne ser kartonan û rêz dike. Firoşkar pêlavên erzan difiroşe û ev pêlavên erzan li dijî mexazayên kapîtalîst û biha, wek cihekî alternatîf in.
Firoşkar dibêje ku di tu ferqa pêlavên ew difiroşe û li mexazayê tên firotin nîn e, li mexazayê pêlavek sê çar hezar lîre be, li cem wî hezar lîre ye.

















