Bi pêşengiya rêxistina DEM Partî û DBPa Êlihê li taxên Yeşîltepe û Kulturê yên Êlihê bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî hatin lidarxistin.
Bi pêşengiya rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Êlihê li taxên Yeşîltepe û Kulturê bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de endam û rêveberên her du partiyan, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek welatiyên taxê beşdarî şahiya Newrozê bûn.
Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Girseya ku li her du qadan kom bûn li ber agirê Newrozê govend gerandin û bi tilîliyan bi dawî bû.














