Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li Heleb û Efrînê 13 welatî hatine qetilkirin û zêdetirî 70yan jî hatine revandin û binçavkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê binpêkirin û sûcên ku ji hêla komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û çeteyên Tirkiyeyê ve di Adara 2026an de li Heleb û herêma Efrînê hatine kirin, aşkera kir. Rêxistinê diyar kir ku di meha Adarê de li Efrîn û Helebê 13 sivîl hatine kuştin, zêdetirî 70 bûyerên revandin û girtina kesan pêk hatine. Rêxistinê bi bîr xist ku piraniya wan bûyeran bi pîrozbahiyên Newrozê ve girêdayî ne û her wiha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî 4 ciwan hatin girtin.
Rêxistinê her wiha bal kişand ser dizî û talana çekdarî ya berdewam a li Efrînê ji hêla çekdarên nenas ve. Rêxistinê diyar kir ku dema ku şênî bi pîrozkirina Newrozê mijûl dibûn, diz ketin malên wan û kel û pelên wan dizîn. Her wiha li bajarê Cindirêsê 18 serî pez, zêr û pere hatine dizîn. Li navçeya Şiyê jî çekdaran êrişî ajokarekî, mêrekî û hevjîna wî kir. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bang li hikûmeta demkî û rêveberiya herêma Efrînê kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin, şêniyên vegeriyayî biparêzin, milkên wan li wan vegerînin û dawî li binpêkirinên li dijî şêniyên resen bînin.













