Li gorî peymana di navbera Rêveberiya Xweser-HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hate ragihandin dê bajarê Efrînê were radestkirin û îdare û asayîşa wê ji xelkê Efrînê pêk were.
Bajarê Efrînê ku girêdayî Rojavayê Kurdistanê ye, ji sala 2018an ve ji aliyê çeteyan û Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin. Demeke dirêj bû di nîqaşên navbera Rêveberiya Xweser-HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de mijarek sereke jî radestkirina Efrînê bû. Li gorî peymana di navbera HSDê û Hikûmeta Sûriyeyê de hate ragihandin, dê hêzên paramîlîter ên li Efrînê derkevin û îdare û asayîşa Efrînê ji nû ve bê sazkirin û îdare û asayîş ji gelê Efrînê pêk were.
Her wiha bajarê Serêkaniyê jî ji sala 2019an ve ji aliyê hêzên paramîlîter ku bi ser Tirkiyeyê ve ne hatibû dagirkirin. Li gorî peymanê hat zanîn ku dê îdareya Serêkaniyê dewrî bajarê Hesekê bê kirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi rêya zoomê li gel rojnamegeran civînek li dar xist û qala hûrgiliyên peymanê kir.
‘Tirkiye dê ji Efrîn û Serêkaniyê derkeve’
Îlham Ehmed li ser pirsa rojnamegeran gelo ka bi berpirsên Tirkiyeyê re hevdîtin kiriye yan na, got ku wê duh berpirsên Tirkiyeyê dîtine û wan gotiye hêzên Tirkiyeyê ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê vekişîne û ew li wir nîn in. Îlham Ehmed destnîşan kir ku dê Tirkiye ji Efrîn û Serêkaniyê derkeve.













