Bi pêşengiya DEM Partî, DPB û TJAyê li du cihên cuda û li naveçya Hezo yê ya Êlihê bi boneya hatina Newrozê şahî hatin lidarxistin.
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Hezo, li bajarokê Giresîra û li xaçerêya Koçeran a taxa Baglarê bi boneya hatina Newrozê agir hat vêxistin. Di şahiyê de endam û rêveberên DEM Partî û DBPê û Aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê, endamên gelek saziyan û ji gel gelek welatî li qadê kom bûn û govendê gerandin. Her wiha kesên ku li wan qadan bûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azad” û “Newroz pîroz be” berz dikirin. Ciwanên ku li wir kom bibûn gelek caran xwe di ser di agir de diavêtin û bi kêfxweşî şahiya Newrozê pîroz dikirin.
Herî dawî Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş spasiya welatiyan kir, axivî û got: “Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Em careke din li vir Newroza gelê xwe yê Êlihê pîroz dikin û bang dikin ku roja 22yên mehê herkes li qadê be û em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin.”
Newroz bi gerandina govendê, tilîliya û bi dirûşmeya “Newroz pîroz be” bi dawî bû.















