Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi bernameyên şano, rîtuellîstîk û jixweberî hat pîrozkirin.
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Êlihê şano, rîtuellîstîk û jixweberî hatin lidarxistin. Rêveberên Baroya Êlihê, DEM Partî û DBPê yên Êlihê, ÎHD, OHD, Navenda Çandê ya Baharê, ARÎ-DER, TJA, Dayikên Aştiyê, Egîtîm Sen û gelek sazî û dezgehên sivîl tev li pîrozbahiyê bûn. HKesên tev li bernameyê bûn, bi kêfxweşî bernameyên şano, rîtuellîstîk û jixweberî yên ku hatin lidarxistin pêşwazî kirin.
Dema ku şano dihat lîstin di wê navberê de zarokên ku li wir bûn di navbera wan û şanogeran de têkiliyên xweş hat kirin û bi wê têkiliyê zarok gelek şah bûn. Bi vê yekê re şanogeran hin zarok birin ser dikê û bi wan re lîstikan dilîstin.
Bermame bi çepikan bi dawî bû.














