Li navçeya Elkê bi tevlîbûna gelek kesan meşa meşaleyî hat lidarxistin û Newroz hat pîrozkirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi meşa meşaleyi Cejna Newrozê hat pîrozkirin. Gelek kes beşdarî meşê bûn û jin jî bi cil û bergên Kurdî tevlî meşê bûn.
Girse li nêzîkî qada navçeyê kom bû û meşaleyên xwe pêxistin. Bi berzkirina dirûşmên wekî “Newroz pîroz be” û “Jin, Jiyan, Azadî” ber bi qada navçeyê ve meşiyan. Li qada bajêr agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin.
Çalakî bi govend û xwe avêtina di ser agir a ciwanan bi dawî bû.













