DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOPê li Enqereyê komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” ku wê 2 rojan dom bike li dar bixînin. Di roja yekem a komxebatê de 4 rûniştin hatin li darxistin û komxebat sibe jî wê berdewam bike.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” ku 2 rojan bidome li dar xistin. Komxebata roja yekem li Odeya Endezyarên Makîneyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tevlî komxebatê bûn. Komexebat ji bo cangoriyên demokrasî, şoreş û azadiyê jiyana xwe ji dest danê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Beriya rûniştina yekem a komxebatê Seroka Giştî ya berê EMEPê Selma Gurkan axivî û li ser geşedanên dawî nirxandin kirin. Selma Gurkan got ku ew ê jî 2 rojan derfetên aştî û demokrasiyê wê çawa ava bikin nîqaş bikin. Di rûniştina yekem a komxebatê de li ser pêşeroja maf û azadiyê û mekazagona Tirkiyeyê nirxandin hatin kirin. Moderatoriya rûniştinê Nejla Kurul kir û parêzvanê mafê mirovan Riza Turmen, endama EMEPê Nuray Sancar, hiqûqnas û nivîskar Levent Koker û Serokê Rêveberiya Metal Îş a DÎSKê Ozkan Atar axivîn.
‘Azadiya gelên Tirkiyeyê giredayî azadiya gelê Kurd e’
Di serî de Riza Turkmen axivî û li ser maf û azadiyê rawestiyê. Riza Turkmen bi lêv kir ku ji bo gelê Tirkiyeyê azad bibe di serî de divê gelê Kurd azad bibe û wiha got: “Azadî bi pêkhatina mafan pêkan e. Mafên ku mafê jiyanî ne tenê tên binpêkirin û bi milyonan kes ji van mafan bêpar dimînin. Dema hûn ji van mafan bêpar man li cihanê jî cihekî wê namîne. Welatî ji ber zayend û nasnameyên xwe tên tunehesibandin. Her wiha kedkar û karker ji mafên xwe bêpar in. Heke li welatekî ew mafên wê neyên misogerkirin wê demê divê hûn mafê xwe yê berxwedanê bi kar bînin. Bikaranîna mafê berxwedanê pêdiviyeke demokrasiyeê ye. Li Tirkiyeyê bicihanîna mafan ne di rewşeke baş de ne. Girtiyên nexweş tevî li ber mirinê ne jî nayên berdan. Li Tirkiyeyê ji ber ku edalet tune ye welatî edaletê ji dadgehên Ewropayê digerin.”
‘Bingeha çareseriyê Kurdî ye’
Piştre Levent Koker axivî û li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rawestiya û ev tişt gotin: “Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurdistanê gaveke nû avêt. Edî divê dewlet jî ji aliyê qanûnî ve sererastkirinan bike. Şert û mercên Abdullah Ocalan wê çawa bê başkirin divê li ser van xebat bên meşandin. Ji bo pêvajo bi ser bikeve û maf û hiqûq li Tirkiyeyê pêk were divê di serî de mafê hêviyê pêk were. Tê xuyakirin ku derdekî desthilatê wisa tune ye. Desthilat vê pêvajoyê weke ‘Tirkiyeyek bêteror’ pênase dike û ev berovajî pêvajoyê ye. Weke banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan jî got, ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ pênaseya rast e. Bingeha çareseriyê ya yekemîn jî Kurdî ye. Statuya Kurdî ya niha weke zaravayekî Tirkiyeyê tê qebûlkirin. Divê statuya Kurdî di qanûnan de were misogerkirin. Kurdî yek jî zimanê herî zêde li ser vê erdnîgariyê tê axaftin e. Daxwaza komara demokratîk e.”
Piştre Nuran Sancar axivî û derbarê makezagonê de mînakên cihanê û li Tirkiyeyê jî pêvajoyên dîrokî vegot.
Ozkan Atar jî derbarê mafê kedkaran de axivî û li ser mafê karkeran rawestiya. Ozkan Atar destnîşan kir ku divê sendîka peywîrên xwe bi cih bînin û mafê karkeran li hemberî sermayedaran biparêzin.
Piştî axaftinan rûniştina yekem a komxebatê bi dawî bû.
‘Sepanên qeyûman û rêveberiyên herêmî’
Di rûniştina 2an a komxebatê de li ser sepanên qeyûman û rêveberiyên herêmî nirxandin hatin kirin. Moderatoriya rûniştinê rojnameger Musa Ozugurlu kir û siyasetmedar Gultan Kişanak, Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk û Hevşaredara Elîhê Gulistan Sonuk ku şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin jî axaftin kirin. Di serî de Musa Ozugurlu ku li Tele 1ê dixebitî û qeyûm tayinî wir hatibû kirin bi lêv kir ku wan sepanên qeyûm ji şeredariyên HDPê ve naskirine û got ku sepanê qeyûmê xesp e û li dijî hiqûqê ye.
‘Sepana qeyûman di kodên dewletê de heye’
Kadîr Karaçelîk bi lêv kir ku bingeha demokrasiyan rêveberiyên herêmî ne û ev tişt gotin: “Dîroka rêveberiyên herêmî ji komunan destpê dike. Ji ber wê jî demokrasiya herî kevn e. Dîroka qeyûman li Tirkiyeyê bi Plana Şark û Islahatê destpê dike. Ji ber wê jî sepana qeyûm di kodên vê dewletê de ji berê de hene. Sepanê qeyûm li dijî demokrasiyê tundiyeke û li dijî makezagon û hevpeymanên navneteweyî ye.
Gulistan Sonuk bi lêv kir ku bi armanca qeyûman îredaya rêveberiyên herêmî binpê bikin û navendîbûnê xurt bikin û wiha got: “Me ji daxuyaniya Wezaretê Karên Navxweyî bihîst qeyûm tayinî şaredariya Elihê hatiye kirin. Ji beriya wê tu teblîgatek ji me re nehat. Hemû şaredariyên me jî beyî ku sûcek şênber hebe li şûna wan qeyûm hat tayinkirin. Sedema tayinkirina qeyûman jî Kurdbûyîn e. Qeyûm dema tên ser peywirê yekemîn saziyên jinan digrin. Saziyên çand û zimanê Kurdî hatin girtin. Piştî ew sazî hatin girtin li bajarên Kurdistanê fihûş û tiryak zêde bû. Ji ber ku qadeke ku ciwan serî li wir bidin nema. Qeyûman xwest ziman, çand û nasnameya bajarên Kurdan biguherîne. Di bingeha sepana qeyûman de makezagona niha heye. Divê serî de makezagon biguhere.”
‘Divê em gilî û gazincan nekin, xwe weke alternatif pêşkeşî civakê bikin’
Gulten Kişanak jî anî ziman ku divê hezên demokrasiyê li dijî sepanên qeyûman rexnedayina xwe bide ku nekarîn pêşyê bigrin û wiha axivî: “Îro pratika qeyûman ku em dijîn jî encama bêdenmayîna qeyûmên ji berê hatine tayinkirinê. Di bin heşmeniya qeyûman de ‘Tu nikarî bi rê ve bibî’ heye. Dema ew sepan li dijî Kurdan hat bikaranîn dengekî xurt derbiketina îro li her derê ew sepan belav nedibû. Lê ji ber ku şaredariyên qeyûm hat tayinkirin a Kurdan bû bêdeng man. Niha jî encama wê dijîn. Dema em mafê wekheviyê ya Kurd, Elewî û hemû welatiyan de bibin yek, em dikarin mafên xwe bi dest bixînin. Lê em bêjin mafê Kurdan ji min re çi, yên Elewiyan ji min re çi, wê demê em di mafan de tawîz didin û rojek tê mafê me ye heyî jî tê binpêkirin. Divê em demokratîkbûyînê ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû kesan bixwazin. Wê demê em dikarin bibin demokrat. Her wiha divê em civakê û xwe bi rêxistin bikin. Divê em negirîn gilî û gazinc nekin. Xwe bi rêxistin bikin, civakê bi rêxistin bikin û bi vîzyoneke nû xwe weke alternatif pêşkeşî civakê bikin.”
Piştî axaftina Gulten Kişanak rûniştina 2an bi dawî bû.
Di rûniştina 3an a komxebatê de rûniştinê de bi serpehatiyên Tirkiyeyê krîza demokrasiyê û otorîterbûyîn hat nîqaşkirin. Moderatoriya rûniştinê Sati Buruncu kir û akademisyen Şebnem Oguz, nivîskar Dinçer Demirkent û nivîskar Yucel Demirel axivîn.
Otorîterbûyîn û krîza demokrasiyê
Di serî de Şebnem Oguz axivî. Şebnem Oguz li ser otorîterbûyîn û faşîzmê rawestiya û qala dîroka faşizmê kir. Şebnem Oguz diyar kir ku di navbera faşîzm û metingeriyê de tekiliyeke dîrokî heye û wiha axivî: “Dema em qala aştiyê jî dikin divê em aştiya xwe û aştiya ku desthilat fêm dikin ji hev cuda bikin. Desthilat, aştiyê weke berjewendiya xwe dibinin.”
Dinçer Demirkent jî li ser krîza demokrasiyê rawestiya û got ku divê gel ne bi awayekî temsilî rasterast tevlî rêveberiyê bibe.
Nivîskar Yucel Demîrel jî diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî otorîterbûyîn û faşîzme divê rêbazên nû bên diyarkirin. Piştî axaftinan rûniştina 3an a komxebatê bi dawî bû.
Di rûniştina 4an a komxebatê de jî bi serpêhatiyên serdema nêzîk pêvajoya nû û lêgerîna aştiyê hatiye nirxandin. Moderetorya rûniştinê Yasemîn Ozgun kir û sosyolog Mesut Yegen, akademisyen Seda Altug, nivîskar Aysegul Devecîoglu û rojnameger Îrfan Aktan axivîn.
Pêvajoya nû û lêgerîna aştiyê
Di serî de Mesut Yegen axivî û li ser pêvajoyê rawestiya. Mesut Yegen anî ziman ku geşedanên li Rojhilata Navîn û rewşa heyî pêwîstiya pêvajoya nû derxist holê û wiha got:”Ji ber wê jî ev pêvajo ne ji bo aştiyê lê di nav van geşedanên şer de rawestandina şer û xweparastina dewletê hatiye destpêkirin. Ji ber wê jî ew zehmetiyên encamgirtina pêvajoyê derdixînê holê. Lê şert û mercên heyî encamgirtina pêvajoyê jî hêsan dike.”
Seda Altug jî qala geşedanên Rojhilata Navîn kir û qala rewşa Rojava û Sûriyeyê kir. Seda Altug destnîşan kir ku bi şoreşa Rojava re Kurd derketin ser dika dîrokê.
Piştre Aysegul Devecîoglu axivî û destnîşan kir ku navê pêvajoyê ji ber ne zelalbûmê hê jî nehatiyê diyarkirin û wiha got: “Em weke kesên sosyalist jî dibêjin em piştgiriya pêvajoyê dikin. Yanî çima em dibêjin em piştgiriyê dikin divê em rasterast di nav de bin. Bi vê gotinê sosyalist xwe derveyî pêvajoyê dihêlin. Niha nîqaşên mafê hêviyê hene. Rêxistin û hemû Kurd Abdullah Ocalan guhdar dikin. Ew pir bi wate ye. Başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan û azadiya wî pêdiviyeke bingehîn a pêvajoyê ye.”
Îrfan Aktan jî li ser sedemên destpêkirina pêvajoyê û pêwîstiya aştiyê rawestiya û qala pêvajoyên derbasbûyî kir. Îrfan Aktan bi lêv kir ku di nava civakê de nîjadperestî zêde dibe û di parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çend hevok xwendin û got ku heke ew pêvajo negihêje encamê dibe ku ew nîjadperestî bibe sedema şerekî mezin. Îrfan Aktan destnîşan kir ku ji bo pêşî li nîjadperestiya li Kurdistanê pêşdikeve berpirsyariyeke mezin dikeve li ser milê partiyên siyasî yên Kurd.”
Piştî axaftinan komxebata îro bi dawî bû. Komxebat sibe wê berdewam bike.














