Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş têkildarî pêvajo û avakirina komisyana li Meclisê bi Erdogan, Wezîrê Parastinê, Serfermandarê Giştî û fermandarê hêzên leşkerî re hevdîtin kir.
Serokê Meclisa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş, li ofîsa xwe ya li meclisê bi Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serfermandarê Giştî Metîn Gurak û fermandarên hêzên leşkerî re civiya.
Kûrtûlmûş piştî vê civîna krîtîk, bi Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan re li Beştepeyê civiya.
Di civînan de “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a têkildarî pirsgirêka kurd ku berdewam dike û plana avakirina komisyona li meclisê ya ji bo şopandina pêvajoyê hatin gengeşekirin. Der barê civînan de daxuyaniyeke fermî nehat dayin.