• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Li sînorê Elbakê dîwêr ava dikin

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Farqînê û Çinarê Cejna Newrozê hat pîrozkirin

Amed / AW

19 ADAR 2025 - 12:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li navçeya Farqînê û navçeya Çinarê yên Amedê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de banga azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê bi dirûşmên; “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li qada Azîzoglu hat lidarxistin, parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevşaredarên Farqînê Sevim Biçîcî û Kadrî Esen, rêveberên DEM Partiyê, DBPê yên Amedê, aktîvîstên TJAyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin. Gelek welatiyan cilên netewî li xwe kirin û hatin qada Newrozê û li ber stranan govend gerandin. Gel dirûşmên wek, “Bijî Serok Apo” û “Newroz Pîroz be” berz kir.

Di pîrozbahiyê de ji bo cangoriyên doza Kurdistanê rêz hat girtin û bernameyê dest pê kir.

Paşê dest bi axaftinan hat kirin. Pêşî Hevserokê DEM Partiyê yê Farqînê Nîyazî Soner axivî û got: “Serokê gelê Kurd bangawaziya yek dîrokî kir, em li vir bang dewletê dikin bila bi destê birêz Abdullah Ocalan bigirin.”

Hevserokê DBPa Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî diyar kir ku ew dixwazin sala 2025an bibe sala azadiyê û da ku ew di nav şert û mercên azad de bijîn. Gurbuz destnîşan kir ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd ji bo Newroza Amedê 21ê Adarê peyamek zindî bişîne.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DBPê Murat Kiliç jî diyar kir ku ew Newrozê li Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin û got ku Newroz li dijî qirkirinê xwe jinûve afirandin û nûjenkirin e.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adelet Kaya diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîst e her kes di nav têkoşînê de be û got: Newroz vejîn e, Newroz serhildan e. Newroz azadiya Rêbertî ye. Pêwîst e her kes xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve.”

Hevşarêderên Farqînê jî derketin ser dikê gel silav kirin û Newroza gel pîroz kirin.

Stranbêj Seyîdxan Sevînç derket ser dikê û stran gotin.

Paşê agirê Newrozê hat pêxistin û gel li ber stranan govendê gerand.

Çinar

Îro yek ji navendên ku Newroz lê tê pîrozkirin jî navçeya Çinara Amedê bû. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, hevşaredarên gelek navçeyên Amedê, aktîvîstên TJAyê, rêveberên saziyan û bi sedan welatî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di newrozê de axivî û got: “Newroza îsal a bi şîara ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ bi coş û kelecaneke mezin destpêkir. Newroza îsal hêviya me ya azadî, aşitî û wekheviyê xurtir kir. Ev hefteyeke li her derê bi lev bi roj newroz tê pîrozkirin. Ji ber ku hêviya gel ji jiyaneke azad, civaka demokratîk heye li her derê newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin.”

Newroz li ber stranên Koma Turan Can û gerandina govendê bi dawî bû.

 

Etîket: NewrozNewroza 2025an
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kurdistanî di Newrozê de li dora Abdullah Ocalan bûn yek

AKPê ji bo roja 21ê Adarê bibe betlane pêşnûme qanûn pêşkêş kir

15 NÎSAN 2025
Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

24 ADAR 2025
Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

23 ADAR 2025
Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

23 ADAR 2025
Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

23 ADAR 2025
Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

Li welatê Ewropa Newroz bi coş pîroz kirin

23 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (262)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne