Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê li navçeya Farqînê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xistin, di civînê de beşdaravanan xwestin ku “Mafê Hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.
Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê li eywana dawetê ya Sezîkê ya navçeya Farqînê ya Amedê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xistin. Nûnerên DEM Partiyê, Aktîvîstên TJAyê, nûner û rêveberên DBPê, endamên Dayikên Aştiyê, Komeleya 78an, TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER, tevî nûnerên rêxistinên siyasî û civaka sivîl beşdarî civîna gel bûn. Di hevdîtinê de bi domdarî diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin. Bername ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Çetîn Arkaş ê ku 33 sal di zindanê de ma, siyasetmedar Ayla Akat Ata û parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk beşdarî civînê bûn.

‘Tevî hemû yasayên ku DMMEyê daye destpêkirin, dîsa jî dibin tecrîdê de tê girtin’
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk ku tev li civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bû, destpêkê de axivî û got: “Dema ku min Serokatî nas kir wê demê zarok bûm. Dema ku cara yekemîn ez çûn cem wî ji bo min rojeke dîrokî bû. Serok wê demê ji me re digot ez ji bo gelê Kurd dikarim çi bikim? Bi tenê armanca wî ew bû ku civakeke demokratîk bide avakirin. Serok dibêje ‘Hêzeke min a teorîk û pratik heye’. Niha jî ji bo mafên hemû gelên bindest dixebite. Dibêje êdî navê gelê Kurd li her derî tê naskirin. Lê divê ew gel bigihêje azadiya xwe. Serokatî got niha em qala fesihkirina PKKê dikin. Lê hewceye ku dewleta Tirk jî di hin mijaran hewl bide ku yasayên nû avakirin. Serok dibêje dema ku darekê ji koka xwe birîndar be, divê mirov wê darê derman bike. Divê ji bo avakirina avakirina Civaka Demokratîk jî, em civakeke exlaqî û polîtîk dibin avakirin. Serokatî dixwaze ku mafên jiyanê yên hemû kesan pêk bê û her kes bi jiyaneke azad bijî. Niha pêvajoyek tê meşandin divê ev pêvajo jî bi awayekî tendirust bê meşandin. Mafên Serokatî yên yasayî hemû têne binpêkirin, hewceye ku tecrîda li ser wî rabe û ew jî weke her kesî bigihêje mafên xwe yên bingehîn. Serokatî tevî hemû yasayên ku DMMEyê daye destpêkirin, dîsa jî dibin tecrîdê de tê girtin.”

‘Gotina serokatî ya ‘Jin Jiyan Azadî’ li her dera cîhanê belav bûye’
Piştre jî siyasetmedar Ayla Akat Ata got ji niha û pê ve divê êdî gel jî rol û misyona xwe bilîze û wiha axivî: “Keç û xortên Farqînê di aliyê şoreşgeriyê gelekî bi navûdeng in. Ez li vir di şexsê hevala Ş.Delîla de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bî tînim. Gel ji bo vê pêvajoyê çi bibêje ew e. Îro rol û mîsyona mezin a vê pêvajoyê di deste gel de ye. Rêbertî ji aliyê pêvajoyê ve xwe dide nişandan, lê di vir de rola gel jî girîng e. Îro ev destpêkek nû ye. Di sala 1913an û 2013an de jî heman tişt hatin kirin dîsa jî dewleta Tirk pêvajoyê da destpêkirin, lê yên ku pêvajo xerab kirin jî ew bûn. Divê ji niha pê ve em baldartir tevbigerin. Îro em bi ruhekî xurt dibêjin em Kurd in û Kurdistanî ne. Em îro di pêşeroja vê pêvajoyê de ne. Ji aliyê jinan ve ji Kurdistanê bigire heta parzemînên cîhanê yên din gotina Serokatî ya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye felsefeyekî û li her dera cîhanê belav bûye.”

‘Gelan bi hev re tu pirsgirêk ne jiyaye’
Çetin Arkaş jî wiha got: “Hem gelê Kurd û hem jî gelê Tirk gelek êş kişandine. Me tu carî gelê Tirk wek dijmin nedîtiye, me her tim wan weke xwişk-bira dîtiye. Di bîrdoziya me de, dijminatiya li hember tu gelî tune ye. Li Tirkiyeyê nêzîkatiyên nijadperest li hember Kurdan hebûn, lê li Kurdistanê min tu carî nedîtiye ku kesek tenê ji ber ku Tirk e an jî bi Tirkî diaxive rastî nijadperestiyê hatibe. Gelan bi hev re tu pirsgirêk ne jiyaye. Dema ku me ev têkoşîn dest pê kir, ew ne li ser bingeha hestên dijî-Tirk bûyînê bû. Em li dijî hişmendiyê derketin ku Kurdan paşguh dike. Hebûna wan înkar dike û bi polîtîkayên asîmîlasyonê wan ji holê dide rakirin. Lê wan Kurdên ku hebûna wan înkar hatiye înkarkirin, zilm û zorê li wan tê kirin. Ez amade me ku kulîlkan deynim ser gorên leşker û polîsên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane. Hûn jî amade ne ku kulîlkên aştiyê deynin ser gorên gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane?”
‘Ev gel dê Rêberê ku wan afirand di girtîgehê de nehêle’
Çetîn Arkaş bal kişand ser gotinên provokatîf ên ku ji hêla hin “nivîskarên” nêzîkî AKPê ve hatine nivîsandin û ev tişt anî ziman: “Kesan ku îdia kirine DEM Partiyê ji ber mîtînga ku dê di 4ê çile de ji bo azadiya Rêber Apo li dar bixin, ‘hewl didin pêvajoyê jehrî bikin’. Em ê di her rewşê de bibêjin ‘Azadî ji bo Rêber Apo’. Ev gel dê Rêberê ku wan afirand di girtîgehê de nehêle. Bêguman ew ê azadiya wî bixwazin. Çima divê daxwaza vê yekê wekî jehrîkirina pêvajoyê were fêmkirin? Nêzîkatiyên wiha baweriya bi pêvajoyê têk dibin. Ger em behsa atmosferek aştiyê bikin, divê guhertinek di zîhniyetê de were kirin.”
Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.














