Li navçeya Farqînê ji ber baran zêde bariya li navenda navçeyê lehî rabû û xesarek mezin da kuçe û kolanan.
Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber baran zêde bariya li kuçe û kolanên navçeyê lehî rabû. Bi taybetî li Taxa Selahattînê çend xanî di bin avê de man û kuçe û kolan jî di bin avê de man.
Hevşaredarên Farqînê Kadrî Esen û Sevîm Bîçîcî bi tevî tîmên şaredariyê ve li cihên ku lehî lê rabûn bi hawara xelkê ve çûn û xebata tehliyekirina welatiyan, paqijkirina rê û cadeyan dan destpêkirin. Ji ber mudaxileya tîmên şaredariyê rê li ber mexdûriyetek mezin hate girtin. Li gelek kuçe û kolanan xebatên tîmên şaredariyê didome.













