Daraza Îranê dest danî ser malê welatî û hêzên leşkerî yên Îran û wekîlên xwe jî li gor şerê nû xwe koordîne dikin. Her wiha di êrişên Amerîka û Îsraîlê de li Îranê xesarên mezin yên can û mal pêk hat.
Şerê li dijî Îranê bi tundî berdewam dike. Îran li hundirê welat zextên li ser muxalîfan zêde dike û li aliyê din qada navneteweyî jî eniya şer berfireh dibe. Di 24 saetên dawî de li herêma petrokîmyayê ya Îranê xesara mal û canî ya pir mezin çêbû û daraza rejîma Îranê jî her ku diçe bêhtir biryarên giran yên ‘bêhiqûqî’ dide.
Li Mahşahrê 5 kes hatin kuştin û 170 kes jî birîndar bûn
Ajansa IRNAyê daxuyand ku di êrişa li parêzgeha Xuzistanê a herêma aborî ya taybet ya petrokîmyayê ya Mahşahrê, hatiye kirin de herî kêm 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 170 kes jî birîndar bûne. Ev tesîs dilê aboriya Îranê tê hesibandin bi vê êrişê ve derbeyeke giran li hilberîna neteweyî ya petrokîmyayê ya Îranê ketiye.
Tehranê dest danî ser mal û milkên 100 welatiyên li Îranê
Ajansa fermî ya Îranê jî diyar kir ku Serdozgeriya Tehranê, bi tohmeta “piştgirîkirina dijmin ya li derveyî welat”, dest danî ser mal û milkên zêdetirî 100 kesî û hesabên wan ên bankayê cemidand. Di nav lîsteya reş de 63 rêveber û xebatkarên kanala Iran Internationalê, 25 xebatkarên kanala Manoto (ku bi peywendiya Îsraîlê tên tawanbarkirin) 25 kesên li derveyî welat ku di qada sîber de li dijî rejîmê çalak in.
Hûsî, Hizbullah û Îranê bi awayeke hevbeş êrişî Balafirgeha Ben Gurionê kirin
Li aliyê din, berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Saree ragihand ku wan bi koordînasyona Îran û Hizbullahê, operasyoneke berfireh li dijî Îsraîlê li dar xistine. Saree diyar kir ku wan bi fuzeyên balîstîk û balafirên bêmirov balafirgeha navneteweyî ya Ben Gurion (Lod) û hin navendên leşkerî yên li başûrê Îsraîlê kirine hedef. Ev yek wekî “operasyona pêncemîn” a hevbeş hat binavkirin.













