Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên rojbûna 77emîn a Rêberê Gelêd Kurd Abdullah Ocalan li dar xistin.
77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî gelek bername û pîrozbahiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Kartal, Umraniye, Çatalca, Esenyurt, Bagcilar, Avcilar, Sancaktepe, Beylukduzu, Bakirkoy, Şîşlî, Eyup, Kagithane, Gazîosmanpaşa û navçeyên din bernameyên pîrozbahiyê li dar xist. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyan, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bernameyên pîrozbahiyê bûn.
Gel li avahiyên DEM Partiyê yên navçeyan kom bûn, sînevîzyon temaşekirin û bi gerandina govendê 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.














