Li Geverê polîsan vê êvarê bi ser gelek malan de girtin û 20 kes binçav kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, polîsan di saetên êvarê de bi ser gelek malan de girtin. Hat hînbûn ku bi îddiya “propagandaya rêxistinê kirine” bi ser malan de girtine û 20 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Geverê.













