Ciwanê bi navê Ferhat Gezer li taxa Gungore ya Geverê hewl da bi çekê xwe bikuje. Gezer ê bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, Ferhat Gezer li taxa Gungore ya Geverê ya Colemêrgê hewl da xwe bi çeka xwe bikuje. Piştî ragihandina bûyerê, tîmên tenduristiyê zû gihîştin cihê bûyerê û ciwanê birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Gezer tevî hemû midaxaleyê jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.













