DEM Partiyê û DBPê li Geverê di çarçoveya xebatên “çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” de bi girseyî civîna gel li dar xist.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û DBPê çend roj berê ji bo nîqaşên li ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, xebata “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” dabû destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de li eywaneke dawetê ya li navçeya Geverê bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn bi tevlibûneke girseyî pêk hat û di eywanê de pankarta “civînên aştiya civakî û azadiyê” daliqandin. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, nûnertiyên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li civînê bûn.
Civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, dîwanek hat avakirin li ser pêvajoyê gûftûgo kirin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî axaftinek ji bo girseyê kir.