• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Geverê gel tî û birçiyê aştî û azadiyê ye

Bazîd Evren / AW

3 TEBAX 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Colemêrg – Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez ku têkildarî pêvajoyê axivî, bal kişand ser civînên gel û got: “Gel herî zêde ji bo aştiyê tênî ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê Sibatê de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêvajoyeke nû ya aştiyê û demokrasiyê dabû destpêkirin. Ji bo têgihiştin û encamgirtina pêvajoyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevahî Kurdistanê dest bi civînin gel kir û gund bi gund tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal bi gel re dicive. Li seranserê Colemêrgê jî civînên gel tên lidarxistin û gelê Colemêrgê eleqeyeke mezin nîşan dide. Li navçeya Geverê rêxistina DEM Partiyê diçe çiya û zozanan û bi bêrîvan, şivan û cotkaran re hevdîtan dike û nêrîn, pêşniyarî û rexneyên wan digire.

Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez, ji bo ajansa me pêvajoya nû nirxand û behsa civînin gel kir.

Ercan Sevmez, da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandora xwe li ser hemû Rojhilata Navîn dike û got ku hêviyek gelek mezin ava kir. Ercan Sevmez, destnîşan kir ku li hemû cîhan û taybetî Rojhilata Navîn qeyranên gelek mezin pêkdihat û got: “Vê bangawaziyê ji bo hemû gelan û baweriyan hêviyeke mezin û nexşerêyeke çareseriyê da avakirin. Hêviya hemû gelên bindest têkoşîna gelê Kurd ya azadiyê ye û bi taybetî jî bi pêşengtiya jina azad li Rojhilata Navîn bandoreke xwe ya mezin heye. Destpêkirina diyaloga di navbera Birêz Ocalan û dewletê de ev hêviya gelan şênber û mezintir kir. Taybetî jî dîmena Birêz Ocalan ya piştî 26 salan kelecaneke mezin û ruheke cuda da avakirin. Bi vê dîmenê hinekî rengê pêvajoyê jî diyar bû. Ev pêvajo ne tenê ji bo aliyekê, lê belê ji bo hemû aliyan serkeftinê tîne.”

‘Modernîteya Kapîtalîst çareseriyê bi xwe re nayne’

Ercan Sevmez, anî ziman ku hêzên serdest dixwazin di Rojhilata Navîn de xwe dîsa birêxistin bikin û diyar kir ku çareseriya modernîteya kapîtalîst ji ti pirsgirêkên civakê re nebûye çareserî û ji îro şûnve jî nabe. Ercan Sevmez, da zanîn ku modernîteya kapîtalîst bi xwe re zêdetir nakokî, pirsgirêkên civakî dide avakirin û wiha pê de çû: “Ji hêla aboriyê, civakî, jinê, ekolojî û zanistiyê di her warî de pirsgirêkên heyî hêj kurtir dike.”

‘Deshilat weke hilbijartinî nêzî pêvajoyê dibe’

Ercan Sevmez, got ku desthilat bi çavekî “dê çawa di hilbijartinan de dîsa serbikeve” li pêvajoyê dinêre û ev tişt got: “Gelek giran pêvajoyê dimeşînin. PKKê kongreya xwe pêk anî û bersiveke dîrokî da. Vê helwesta PKKê bandoreke mezin hem li seranserê cîhanê hem jî li herêmê bandoreke mezin kir û gelê Kurd jî vê yekê berfirehî dinirxîne. Ji ber ku dewletê li hemberî vê gavê ti gav neavêtine baweriya gel kêm e. Her wiha gelek kesên naxwazin ev pêvajoya aştiyê bi ser bikeve hene, lewma divê dewlet û desthilat hinekî micidahî nêz bibin. Gav avêtina dewletê bedewariyeke mezin û micid e. Avakirina komîsyonê erênî ye, lê belê gelek lawaz û giranî dimeşe û ev yek jî gumanên gel mezintir dike.”

‘Daxwaz û gumanên Geveriyan hene’

Ercan Sevmez, bal kişand ser civînên gel û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bi destpêka pêvajoyê ve gelek civîn hatin kirin û me jî li Geverê mal bi mal xebat dabûn destpêkirin. Me serdana nêzî 5 hezar malan kir û niha jî em li zozanan, gundan û taxan civînên xwe didomînin. Me dît ku civak ji bo aştiyê pir tênî ye. Civakeke ku pir êş û elem kêşandî dîsa jî ji bo aştiyê gelek germ nêzîk dibe. Ev yek mirov gelek bandor dike. Lê belê gumanên gel gelek in. Fikir û ramanên Birêz Ocalan yên ji bo nexşerêya çareseriyê, çek danîna PKKê di gel de baweriyeke gelek mezin avakiriye û gel gelek ji Birêz Ocalan bawer e. Lê, nebaweriya gel bi dewletê heye û pratîkên dewletê yên di pêvajoyên beriya niha de sedema vê nebaweriyê ye. Gel gavên şênber ên weke rakirina qeyim, bidawîkirina talana li ser xwezaya Kurdistanê, destjêberdana hedefgirtina jinan, bidawîkirina zextên li ser girtiyan û guherandina terz û uslûb dixwazin. Hêj jî girtiyên nexweş di girtîgehan de ne, berdana girtiyên 30 salên xwe tije kirî tê taloqkirin, binçavkirin û zext didome, zozanên li Geverê hêj jî qedexene, gelek kes hene nikarin biçin gundên xwe û di navbera Gever û Wanê de bi dehan nokteyên leşkeran û polîsan hene. Ev yek gumanên gel mezintir dike.”

‘Gefxwarin û şer ti çareseriyê bi xwe re nayne’

Ercan Sevmez, da zanîn ku gel azadiya mûtlaq ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze û bi domdarî wiha got: “Gel û taybetî jî dayikên aştiyê dixwaze bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Aştî di şert û mercên hevpar de tên kirin û bi berdewamkirina dîl girtina Birêz Ocalan aştiyeke mayînde pêk nayê. Her wiha gumaneke gel jî Rojavayê Kurdistanê ye. Wezîrên Tirkiyeyê her şev li ser televîzyonan gefan li gelê Rojava dixin û ev yek çareseriyê bi xwe re nayne. Heke çareserî bê axaftin divê di siyaseta te de jî guhertinek hebe. Gefxwarin û şer ti çareseriyê bi xwe re nayne û gelê Kurd jî vê siyasetê pir nêz ve dişopîne û haydar e.”

‘Beşdariya ciwanan zêde ye’ 

Ercan Sevmez, destnîşan kir ku eleqeya jin, dayik û ciwanan ya ji bo civînên gel gelek e û got: “Tiştê herî zêde bala me kişandî di van civînan de tevlibûna jin û ciwanan e. Nirxandin û gotinên wan yên derbarê pêvajoyê de hêja ne û amadene ku erka xwe ya ji bo pêşketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêk bînin. Ciwan dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin da ku gerilayên çekên xwe şewitandî bikaribin bên siyasetê bikin. Kêf û coşa ciwanan ber bi çav bû û hêvî û gumanên wan jî hene. Heta niha me 25 civîn pêkanîn û gel jî pir dixwaze zêdetir em civînên bi vî rengî li dar bixin.”

Ercan Sevmez, da zanîn ku wê ji bo aştiyê di 12ê mehê de li Geverê meşeke bi meşale li dar bixin û bang li hemû gelê Colemêrgê kir ku beşdarî meşê bibin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bafil Talabanî: Divê Kurdistan nebe cihê şer

Bafil Talabanî: Divê Kurdistan nebe cihê şer

7 ADAR 2026
Tûrhan: Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî

Tûrhan: Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî

7 ADAR 2026
Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

7 ADAR 2026
Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

7 ADAR 2026
Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

Kurd bûn rojeva sereke ya çapemeniya cîhanê: Dê çi bikin?

7 ADAR 2026
‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (252)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne