Li Girê Spî yê dagirkirî di encama teqîna mayînekê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û birayê wî jî birîndar bû.
Li gorî nûçeya ANHAyê; çavkaniyên ji bajarokê Silûk ê Girê Spî yê dagirkirî ragihand ku duh li nêzî gundê El Zaezû yê Silûkê mayinek bi 2 ciwanan de teqiya, di encamê de ciwanê bi navê Muhned Hesen El Umer jiyana xwe ji dest da û birayê wî Salih Umer birîndar bû.
Artêşa Tirk û grûbên bi ser wê ve di 9ê Cotmeha 2019an de bajarê Girê Spî dagir kiribû. Ji wê demê ve, li herêmê kiryarên kuştin, talankirina sîstematîk û belavbûna torên qaçaxçîtiyê û bazirganiya mirovan dewam dike.