• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

    Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

    Li Girtîgeha Kirşehîrê bi mehan e ava vexwarinê tune ye

    Li Girtîgeha Kirşehîrê bi mehan e ava vexwarinê tune ye

    Nivîskar Karakûş: Mirov bi têkoşînê digihije heqîqetê

    Nivîskar Karakûş: Mirov bi têkoşînê digihije heqîqetê

    Ercan Yilmaz: Mafê hêviyê ne ricayeke mecbûriyeteke

    Ercan Yilmaz: Mafê hêviyê ne ricayeke mecbûriyeteke

    Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

    Fîlozofên cîhanê: Abdullah Ocalan rêberekî mezin e

    ROJEVA 08ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 08ê MIJDARA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

    Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

    Li Girtîgeha Kirşehîrê bi mehan e ava vexwarinê tune ye

    Li Girtîgeha Kirşehîrê bi mehan e ava vexwarinê tune ye

    Nivîskar Karakûş: Mirov bi têkoşînê digihije heqîqetê

    Nivîskar Karakûş: Mirov bi têkoşînê digihije heqîqetê

    Ercan Yilmaz: Mafê hêviyê ne ricayeke mecbûriyeteke

    Ercan Yilmaz: Mafê hêviyê ne ricayeke mecbûriyeteke

    Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

    Fîlozofên cîhanê: Abdullah Ocalan rêberekî mezin e

    ROJEVA 08ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 08ê MIJDARA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Girtîgeha Kirşehîrê bi mehan e ava vexwarinê tune ye

Mahmût Altintaş / AW

8 MIJDAR 2025 - 09:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevberdevkê TUAY-DERa Enqereyê Şîrîn Altay diyar kir ku li Girtîgeha Kirşehîrê bi mehan e pirsgirêka ava vexwarinê nehatiye çareserkirin û got: “Têkildarî rewşê rêveberiya girtîgehê ji me re got, ’em çi bikin em jî ava xwe ji derve tînin’. Lê gelo wê girtî avê ji ku bînin?”

Bi destpêkirin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re yek jî bendawariya gel ew e ku di serî de girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de bi tevahî zêdetirî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van 335 jê girtiyên nexweşiya wan giran in. Ji van jî 230 girtî bi tenê serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bicih bînin. Li gorî Qanûna Înfazê ya 16/2an a Tirkiyeyê girtiyên ku nexweşiya wan giran e piştî rapora nexweşxaneyê dikarin bên berdan. Lê tevî vê yekê jî ew qanûn ji bo girtiyên nexweş ên siyasî pêk nayê. Ji aliyê din ve jî ji aliyê Lîjneya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan ve tevî ku girtî “cezayê” xwe diqedînin jî berdana wan tê taloqkirin.

Saziyên hiqûqê û komeleyên mafên mirovan jî ji bo berdana girtiyan çalakiyên xwe didomînin. Raya giştî ya Kurdistanê jî çav li rêyê ku dewlet bi bi gavên zelal û şênber li gorî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tevbigere, hiqûqê pêk bînê û girtiyên siyasî berde. Hevberdevke Komeleya Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Enqereyê Şîrîn Altay anî ziman ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin.

‘Li Girtîgeha Kirşehîrê ava vexwarinê tune ye’

Şîrîn Altay diyar kir ku li Girtîgeha Hejmar 1ê û Tîpa S a Kirşehîrê bi mehan e pirsgirêka ava vexwarinê nehatiyê çareserkirin û wiha got: “Em herî zêde li Girtîgeha Kirşehîrê pirsgirêkan dibînin. Girtîgeh li serê çiya çêkirinê û li vir pirsgirêka avê heye. Ew çend meh ava vexwarinê ya girtiyan tune ye. Mirov bê av nikare bijî. Têkildarî vê pirsgirêke me serî li kîjan saziya dewletê da me muxatabek nedît. Şeredarî dibêje qada min nîn e, Walîtî dibêje bila şeredarî çêbike. Em ji Wezareta Dadê re dibêjin, ew jî dibêjin derfet tune ne. Em bi saziyên hiqûq û mafên mirovan ve çûn girtîgehê û bi rêveberiya girtîgehê re jî hevdîtin kir. Ji me re gotin,’ em jî ava vexwarinê dikirin û tînin û ava me jî tune ye’. Me jî got hûn ava xwe ji dervê tînin lê gelo girtî wê avê ji ku bînin? Ev pirsgirêk hê jî nehatiye çareserkirin.”

‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin’

Şîrîn Altay anî ziman ku ji bo baweriya pêvajoyê di nav gel de çêbibe divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha axivî: “Heta niha tu girtî ne ji ber xatirê pêvajoyê hatiye berdan, hemû heval bi awayekî ku cezayê wan qediyaye û beradna wan heqe hatine berdan. Li girtîgehan pirsgirêk berdewam dikin. Bi taybetî li girtîgeha Kirşehîr û Enqereyê pirsgirêkên girtîgehan nehatine çareserkirin. Mafê hevdîtinê ya girtiyan bi malbatên wan re tê astengkirin. Di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene. Malbatên wan serî li komeleya me jî didin. Girtî an nikarin dermanan peyda bikin an jî di wextê de wan nabin nexweşxaneyê. Bi hinceta ewlehiyê girtiyan nabin nexweşxaneyan. An jî dibêjin randevû li nexweşxaneyan tune ye. Lîjneya Çavderiyê ya Girtîgehan bi hincetên cuda berdana girtiyan taloq dikin. Li Girtîgeha Kirşehîrê girtiyekî bi nexweşiya pênceşêrê ketiye heye, tevî ku rewşa wî giran e jî nayê berdan. Em naxwazin êdî ji girtîgehan de darbestên girtiyan derbikevin, divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

‘Li girtîgehan gelek serledan ji me re tên’

Şîrîn Altay da zanîn ku di van demên dawî de serlêdanên herî zêde derbarê gardiyan de ku bi şev bi ser qawişan de digirin werdigirin û got: “Gardiyan nîvê şevê bi ser qawîşan de digirin. Li her derê kamera hatine bicihkirin û li cihê girtî radikevin jî kamera hene. Derbarê pirsgirêkên li girtîgehan gelek gilî û serlêdan tên. Taybet li Girtîgeha Sîncanê girtiyên jin nayên berdan. Tevî ku cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Ev pirsgirêk jî hê çareser nebûye. Me li ber Wezareta Dadê daxuyanî jî da. Bi awayekî dijhiqûqî girtî nayên berdan. Tu hinceta ku girtiyên jin neyên berdan jî tune ye.”

‘Tevî pêvajoyê jî zextên li ser girtiyan didomin’

Şîrîn Altay destnîşan kir ku tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rê ve diçe jî zext li girtiyan tên kirin û wiha got: “Me li girtîgehên Kirşehîr û Enqereyê bi rêveberiya girtîgehan re hevdîtin kir. Atolyeya girtiyan ku weke qadên civakî tên pênasekirin tune ne. Her wiha zextên li ser girtiyan jî zêde bûye. Em jî weke saziyên mafên mirovan çalakiyên xwe ji bo girtiyan didomînin. Ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên siyasî em ê xebatên xwe bidomînin.”

 

 

Etîket: girtîgehGirtîgeha Kirşehîrêgirtiyên nexweş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Cezayên girtiyan bi awayekî kêfî dirêj dikin’

‘Cezayên girtiyan bi awayekî kêfî dirêj dikin’

3 MIJDAR 2025
Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

24 COTMEH 2025
Ji girtîgehê angaşta xwekuştinê

Ji girtîgehê angaşta xwekuştinê

7 COTMEH 2025
Berdana wî 6 caran taloq kirin: Bi kêfî nêzî girtiyan dibin

Berdana wî 6 caran taloq kirin: Bi kêfî nêzî girtiyan dibin

7 COTMEH 2025
Di roja 6an de li ber girtîgehê bang kirin: Rêzdar Ocalan û girtiyên siyasî serbest berdin

Di roja 6an de li ber girtîgehê bang kirin: Rêzdar Ocalan û girtiyên siyasî serbest berdin

6 COTMEH 2025
Piştî 30 salan hate berdan

Piştî 30 salan hate berdan

5 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (115)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne