Bi destpêkirina şerê Îsraîl-DYA û Îranê rewşa girtiyên siyasî yên li zindanên Îranê hindî diçe xirab dibe. Hate ragihandin ku kontrola hind girtîgehan radestî hêzên NOPO hatine kirin û girtiyên siyasî ji mafê hevdîtian bi malbatê re, xwarin û dermanan bi tevahî bêpar hatine hiştin.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 37an de berdewam dike. Beşek civakê ya herê zêde ji şer bandorê digire jî girtîgeh in. Şerê ku di 28ê Sibatê de bi êrişên hewayî dest pê kir, li hundirê girtîgehan veguherî pêleke nû ya tirs û komkujiyê.
Rewş elermê dide
Li gorî daneyên Human Rights Watch/Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Amnesty International/Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty), Iran Human Rights/Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), Human Rights Activists News Agency/Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) û Hengaw Organization for Human Rights/Tora Mafên Mirovan a Hengawê rewşa girtiyên siyasî û girtîgehên Îranê elermê dide.
Darvekirina girtiyên siyasî didome
Di vê pêvajoya 37 rojan de, rejîma Îranê navber neda darvekirinan. Li gorî rêxistinên mafên mirovan rejîma Îranê qeyrana şer wekî “perdeyekê” bi kar anî da ku dengên nerazî bifetisîne. Di meha Adarê de herî kêm 8 girtiyên siyasî bi fermî hatine darvekirin. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku hejmara darvekirinan zêdetir e.
Di 19ê Adarê de, 3 xwepêşanderên meha Kanûnê yên bi navên Saleh Mohammadî, Saeed Davoudî û Mehdî Xasemî li bajarê Qumê hatin darvekirin. Di 30 û 31ê Adarê de jî 4 girtiyên siyasî yên bi navên Mohammad Taqavî, Akbar Daneşvar Kar, Babak Alîpour û Pouya Xobadî li girtîgeha Qezelhesarê hatin darvekirin.
Îşkence zêde bû
Li gorî rêxistinên mafên mirovan di pêvajoya şer de îşkenceya li girtîgehan zêde bû. Girtî îro bi du metirsiyan re rû bi rû ne. Li aliyekê êrişên hewayî yên ji derve û zextên rejîmê yên li hundir îşkenceya li girtîgehan derxistiye asta herî jor.
Girtî wekî mertalên zindî tên bikar anîn
Rêxistinên mafên mirovan di raporên têkildarî rewşa girtîgehan de radigihînin ku bi taybet girtîgehên wekî Evîn, Gezelhesar, Îsfahan, Mahabad û Zencanê ji ber ku nêzî navendên leşkerî ne, di bin metirsiya bombebaranê de ne. Di encama êrişên li ser baregehên leşkerî yên li derdora van girtîgehan metirsiya bandor dîtina van girtîgehan jî derdikeve holê. Hate destnîşan kirin ku hêzên rejîmê ji bo xwe ji êrişên hewayî biparêzin, bi taybetî van girtîgehan û girtiyên siyasî wekî mertalên zindî bikar tîne.
Girtîgeha Merîwanê ji êrişan zirar dît
Ji girtîgehên herî zêde di bin xeteriyê de yek jî Girtîgeha Merîwanê ye. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan di encama êrişên li baregehên leşkerî yên li derdora girtîgehê, hind beşên girtîgehê zirar ditiye. Lê têkildarî hebûn û nebûna windahiyek mirovîn heta niha agahiyên zelal nehatine girtin.
Girtiyên siyasî vediguhêzin cihên nediyar
Bi destpêkirina şer re rejîma Îranê bernameya cuda li ser girtiyên siyasî meşand. Hate zanîn ku piraniya girtiyên siyasî yên li girtîgehên li herêmên Kurdistan û Azerbêcanê veguhastine girtîgehên li hundir û rojhilatê Îranê. Lê derbarê veguhastinan de tu agahî ji malbatan re nehatiye dayîn. Nayê zanîn ku girtiyên siyasî bi kûve hatine birin.
Kontrola hin girtîgehan dan hêzên Dij-Terorê
Xeteriyek din jî ew e ku rejîmê rêveberî û kontrola hind girtîgehan daye hêzên bi navê NOPO ku wekî hêzên dij-terorê tên zanîn, kiriye. Ev hêzên paramîlîter ji bo girtiyên siyasî xeteriyek jiyanî derdixin holê.
Di daneyên rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî de hate destnîşan kirin ku kontrola girtîgehên li Tehran, Xorasana Rezawî û Azerbêcana Rojava bi temamî radestî yekîneyên taybet ên NOPO hatine kirin.
Girtî ji xwarin û dermanan bêpar in
Daneyên rêxistinên navneteweyî nîşan didin ku bi destpêka şer re rewşa pêşwazîkirina pêwistiyên girtiyan jî ji holê rabûye. Girtiyên siyasî ji mafê hevdîtinê, derman û xwarinê bêpar hatine hiştin. Berevajî girtiyên edlî, girtiyên siyasî nayên berdan û di girtîgehan de “wekî mertalên zindî” tên hiştin.













