• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

    Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

    Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Giyadînê gefa siyanurê li gundiyan tê xwarin

Navenda Nûçeyan / AW

29 MIJDAR 2024 - 11:41
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A

Navenda Nûçeyan – Li gundên navçeya Giyadînê xebatê madena siyanurê rê li ber valakirina gundan û koçberkirina gel vedike. Jinên gundê Ûlîkentê diyar kirin ku ew bi gefa siyanurê re rû bi rû ne. 

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê Koza Holdîngê du sal berê xebatên siyanurê da destpêkirin. Maden li nêzî gundên Ûlîkent, Bilîgana Jor, Bilîgana Jêr, Seîd Beg, Mele Qede, Gêdûk, Tendurekê hat avakirin û ji ber vê gundî neçar man erdên xwe bifroşin û terk bikin. Di rewşa ku xebatên madenê bidomin de wê gundî gundên xwe terk bikin û koçber bibin.

Ji bo gundî erdên xwe bifroşin gef li wan hatine xwarin

Piranî gundiyan ji ber madenê erdên xwe firotine û koçber bûne. Gundiyên Ûlîkent, ev du sal e li dijî madenê li ber xwe didin û xwedî li axa xwe derdikevin. Gundiyan diyar kirin ku dema nû maden hatiye vekirin ji bo ku erdên xwe bifroşin hatine tehdîdkirin.

Jinên gundê Ûlîkent derbarê xebatên madenê de ji JinNewsê re axivîn.

‘Dînamîtan diteqînin, malên me dihejin’

Mazlume Taylan da zanîn ku ew madenê naxwazin û qebûl nakin û wiha got: “Hemû netewan her tim îxanet, heqeret û zilm li me kirin. Em vî mafî nadin kesî. Bila hemû ji vir biçin. Dînamîtan ditewînin û malan dihejînin. Em ditirsin malên xwe de razên. Em nizanin çima evqas dînamît diteqînin. Em naxwazin. Ya wê me bikujin ya jî surgun bikin. Ji sala borî de em têdikkoşin. Ev zilm e.”

‘Pere pêşniyar dikin em qebûl nakin’

Mazlume Tayhan got ji ber teqîna dînamitan nikarin bi rehetî karê xwe bikin û got: “Maden xetereyek mezine. Behsa derxistina jehrê tê kirin. Me nafikirin. Em qebûl nakin. Pere pêşniyar dikin, ez bi yek mûçeyê debarê dikim dîsa jî qebûl nakim.”

‘Di her alî de zirar e’

Jina bi navê Ferîce Engîn jî wiha got: “Em gundê xwe terk nakin. Tu fêdeya madenê tuneye. Em naxwazin. Maden xetereya mezine. Em sewalkariyê dikin. Em ê sewalan li ku derê biçêrînin?Ji bo zarokên me bi zirare. Em ava çeman dixwin. Em firaqan pê dişon. Di her alî de zirare. Gundê me li ser axê maye. Em ji gundê xwe dernakevin. Ev warê me ye. Em warê xwe bernadin. Em li dijî madenê berxwe didin.Gotin axa xwe bifroşin. Lê me qebûl nekir. Em dizanin ku xetereyek mezine. Em ê gundê xwe bernedin û berxwe bidin.”

‘Em li gundê xwe madenê naxwazin’

Jina bi navê Yildiz Engîn jî destnîşan kir ku wê maden gundê wan hilweşîne û wiha axivî: “Dînamîtan diteqînin. Gund nav axê de dimîne. Em li gundê xwe madenê naxwazin. Em çi ku derê? Li ber mala me şîrketek vekirine. Zarokên me nikarin derkevin deve. Ev xetereye. Ji bo sewalên me xetereye.Em gundên xwe bernadin.”

‘Zarokekî me jiyana xwe ji dest bide em ê çi bikin?’

Nerîman Ozer jî wiha bi lêv kir: “Em şîrket û madenê naxwazin. Bi rojan dînamît teqandin. Em vê şîrketê naxwazin. Ev warê me ye. Zirarê dide me. Em ji ber axê bi rojan ji malên xwe dernakevin. Em nikarin karê xwe bikin.Zarokên me li derve dilîzin, di teqandina dînamîtê de tiştek were serê zarokên me em ê çi bikin? Em ji ber jehrê bimrin wê çi bikin? Em axa xwe nafiroşin. Em li vir hatine dinê. Em ê li vir bimirin.”

‘Em naxwazin vê bi warê me bikin’

Nuran Demîr jî diyar kir ku maden ji bo gundiyan ji bo herêmê zirarek mezine û dibêje: “Ji ber dînamitan hemû herêm bi bandor dibe. Gund nav axê de dimîne. Em nikarin derkevin derve. Çemê ji gundê me derbas dibe heta Çemê Firatê diçe. Ev zirarek mezine. Em qebûl nakin. Em naxwazin vî bi warê me bikin. Berxwedana me wê bidome.”

Etîket: AgiriGiyadinJinSiyanur
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

10 ÎLON 2025
‘Em li taxa xwe diz û tecawizkaran naxwazin’

‘Em li taxa xwe diz û tecawizkaran naxwazin’

9 ÎLON 2025
Hejmara 132yemîn a Kovara Jinê derket

Hejmara 132yemîn a Kovara Jinê derket

7 ÎLON 2025
Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

Rêxistinên Jinan: Divê ambargo deynin ser Îsraîlê

6 ÎLON 2025
Di tebaxê de 28 jin û 5 zarok hatin kuştin

Di tebaxê de 28 jin û 5 zarok hatin kuştin

6 ÎLON 2025
Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

5 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (176)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne