Li navçe, gund û taxên Şirnexê “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” bênavber berdewam dikin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Şirnexê û navçeyên wê “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” didomin. Di çerçoveya civînan de li navenda Şirnexê, Taxa Nû ya navçeya Hezexê, gundê Cinibrê û taxa Banêxanê ya navçeya Cizîrê civînên gel hatin lidarxistin.
Li taxa Banêxanê ya navçeya Cizîrê gelek welatiyên taxê, Aktivîstên TJA, endamên DBP û DEM Partî yên Cizîrê tevlîbûn. Civîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê nivîsa qala nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pêvajoyê û avakirina Civaka Demokratîk dike hat xwendin. Piştî xwendina nivîsê daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd a bidîmên û merasîma şewitandina çekan a komeke gerîlayên Civaka Aştî û Demokratîk hat temaşekirin. Piştî temasekirina dîmenan welatiyên taxê pirs û nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê vêgotin.
Hezex û Şirnex
Li navçeya Hezexê jî bi tevlîbûna Parlamentera DEM Parti ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan li Taxa Nû ya Hezexê civîna gel hat lidarxistin. Newroz Ûysal Aslan di civînê de axivî û li ser pêvajoyê nirxandin kir. Li navenda Şirnexê jî bi tevlîbûna gelek welatiyan civîna gel hat lidarxistin û di civînan de li ser pêvajoyê nirxandin hatin kirin.