Di nava zeviyên çandiniyê yên gundê Angolê yê navçeya Liceyê de şewat derket. Di 15ê Tebaxê de dîsa agir bi qada daristanê ketibû.
Li gundê Angolê yê navçeya Licê ya Amedê di zeviyên çandiniyê de şewat derket. Yekîneyên agirkujiyê yên li herêmê derbasî qada şewatê bûn. Maşîneyên agirkujiyê hewl didin agirê bi zeviyan ketiye vemirînin. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê ku ji bo lêkolînkirina şewata di 15ê Tebaxê de derketibû û bandor li gelek gundan kiribû çûbû herêmê jî tev li xebatên vemirandina şewatê bûn.