Li parêzgeha Helebce 11emîn Festîvala Hinaran bi beşdariyeke mezin a cotkar û jinên xwedî destrengîn, destpê dike.
Li Helebceyê her sal Festîvala Hinaran pêk tê. Îsal jî 11emîn Festîvala Hinaran a Helebceyê, bi beşdariya rêjeyek mezin a cotkar û jinên xwedî destrengîn li parêzgeha Helebceyê destpê dike. Ji aliyê Rêveberiya Çandiniyê ve 630 cihên taybet ji bo nîşandana berhemên cur be cur hatine amadekirin. Ji vane 30 cih ji bo berhemên navxweyî û 10 cih jî ji bo hingivê xwemalî hatiye diyarkirin.
Li gorî Rêveberiya Çandiniyê ya Helebceyê ragihandî, li parêzgeha Helebceyê 10 hezar û 600 donim erd hinar heye ku tê de nêzîkî 2 hezar û 300 cotkar kar dikin.













