Hevserokê kantona Firatê Ferhan Hec Îsa têkildarî civîna Helebê ya bi berpirsên hikûmeta demkî re axivî û diyar kir ku di civînê de dorpêç, vegera koçberan û mijarên xizmetguzariyê hatin nîqaşkirin.
Şandeya Rêveberiya Kobanê Ferhan Hac Îsa, nûnerên Rêxistinan ên Kobanê û rûsipiyên êlên pêkhateya ereb pêk tê. Şandeya parêzgeha Helebê jî ji Fermandarê Ewlehiya Hundirîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û cîgirê parêzgeha Helebê Elî Henûre û rêveberên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê re civiya.
Her du şande wê di çarçevê lihevkirina di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi taybet bendên girêdayî Kobanê, vegera koçberan, danûstandina Hêzên Ewlehiya Hundirîn (ASAYÎŞ) û Hêzên Ewlehiyên ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bihevre û rêbazên rakirina dorpêçê li ser bajarê Kobanê, nîqaş bikin.
Piştî civîn bi dawî bû, ji şandeya Rêveberiya Kobanê Ferhan Hec Îsa peyamek hat dayîn. Ferhan Hec Îsa di peyama xwe de got: “Civîn û pêşwazî jî baş bûn. Tiştên me dixwestin nîqaş bikin, me nîqaş kirin. Me di civînê de bal kişand ser rewşa tê jiyankirin a di navbera me de divê rabe. Me di nîqaşên xwe de behsa dorpêça li ser Kobanê, nebûna avê û enternetê kir.
A herî girîng jî divê ev hêrs û nerazîbûna di nava civakê de çêbûye were rakin û li ser bisekinin. Ya din jî leşkerên li eniyan û li ser sînor metirsiyê çêdikin, divê leşkerên li wan eniyan di çarçoveya lihevkirina QSD û hikumeta demkî de paşve werin kişandin, gel vegere nava mal û milkên xwe, ji ber ku gel êdî westiyaye.
Berpirsên hikûmeta demkî jî li xwestekên me guhdar kirin. Wê di demên pêş de bendên lihevkirinê li ser erdê werin bicihanîn.”













