Tirkiye û komên SMOyê yên girêdayî wê li dijî herêma Tişrînê êriş dan destpêkirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di kêliyê de bersiv dan û niha şerekî dijwar diqewim e.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Tirkiye û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) li dijî gundewarên herêma Tişrînê êriş dan destpêkirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi tund bersiva êrişan dan û niha şerekî dijwar diqewim e.
Êrişa duh jî ya van komên çete hatibû têkbirin, bi dehan çete hatibûn kuştin û gelek kel û pelên wan ên leşkerî jî hatibûn tunekirin.