Li Hesekê teqînek ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat. Hate ragihandin ku di encama teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Li nêzî çerxeriya Gezil a li Taxa Ezîziyê ya Hesekê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên ewil di encama teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da û gelek kesên ku zarok jî di nav de hene birîndar bûn. Piştî teqînê hêzên asaziyê li herêmê tedbîr girtin û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Têkildarî sedema teqînê ji hêla Asayîşa Hesekê ve lêkolîn hate destpêkirin. Lê tê texmîn kirin ku teqîn girêdayî bermahiyek şer an jî mayînek bejahî de pêk hatibe.













