Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di çarçoveye dozeke ku 10 sal berê hatiye vekirin de derbarê 13 sîyasetmedar û hevşaredaran de 96 sal û 3 meh cezayê hefsê hat birîn, 2 kes ji heman dozê bereat kirîn.
Li navçeya Hezexa Şirnexê di 15ê Tebaxa 2016an de gelek kes hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Di dozên hatine dîtin de li gel siyasetmedarên di demên cuda de hatine berdan, derbarê 15 kesan de doz hate vekirin. Îro danişîna biryarê hat lidarxistin. Di danişîna 35emîn a di Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê de hatiye dîtin de parêzerên siyasetmedaran amade bûn. Piştî diyarkirina nasnameyan û guhdarkirina mutalayê, dozger derbarê 15 siyasetmedar û hevşaredaran de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza xwest.
‘Siyaseta demokratîk tê cezakirin’
Parêzerên ji bo bersiv bidin mutalayê mafê axaftinê girtine, anîn ziman ku doz 10 sal beriya niha hatiye vekirin, derbarê îdianameyê de tu delîlên şênber nîn in û dan zanîn ku darizandin tenê bi ser îfadeyên şahidê nepen tên meşandin. Parêzer diyar kirin ku bêyî delîlên şênber darizandin tê kirin û gotîn ku bi vî awayî siyaseta demokratîk tê cezakirin.
‘10 sal şûn de ceza hat birîn’
Şandeya dadgehê derbarê Şaredara Hezexê ya berê de Nevîn Gîrasûn, Hevşaredarê Deşta Darê yê berê Nurî Akman, Hevseroka DEM Partiyê ya Hezexê Songul Erden, Endamê Meclisa Partiyê yê HDPê Resul Sadak, Dayika Aştiyê Medîha Akay siyasetmedar Hîkmet Demîr, Hamît Karagol, Medîne Fîdan, Mehmet Yusuf Tan, Adem Temîz, Vasfî Afşîn, Yusuf Vesek de li her yekê cuda cuda bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal 6 meh cezayê hefsê birî. Şandeya Dadgehê bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh cezayê li Erhan Malgaz birî. Dadgehê derbarê Şehmus Oztaş û Abdulselam Oz de jî biryara beraetê da.








