Piştî ku Hong Kongê ji bin serweriya Îngilistanê derket û ket bin serweriya Çînê, azadiya çapameniyê jî ji binî ve hate rakirin. Jimmy Lai ji ber waşanên xwe yên çapameniyê hat girtin û 20 sal caza lê hat birîn.
Li gorî nûçeya AFPê, Jimmy Lai li Hong Kongê polîtîkayên Çînê yên astengkirina azadiya raman û azadiya çapameniyê bi tundî rexne dikir. Hat gotin ku patronê medyayê Jimmy Lai li gor roja Çînê 9ê Sibata 2026an li gorî yasaya ewlehiya neteweyî ya Çînê 20 sal ceza lê hat birîn. Hat gotin ku ev ceza jî bi qasî cezayê muhabetê giran e.
Li Çînê Li gor vê yasayê kesên bên darizandin bi sûcê raperînê û hevkariya bi biyaniyan re tên tewambarkirin. Ev li Pekînê di çarçoveya yasaya ewlehiya neteweyî de daxwaza cezayê herî giran e. Rojnameya Apple Daily li ser girtin û cezakirina damezrînerê xwe yê 78 salî ku ji 2020an ve girtiye hew weşanê dike.
Layê Jimmy Lai Sebastien got: “Malbat ji ber vê cezayê bê wijdan di nava şokê de ye û ji bo bavê min jî xetereyeke mezin derbixe holê.” Qîza Lai Claire jî diyar kir ku di 5 salên dawî de tenduristiya bavêmin pir xira bû. Heke ev ceza bê înfazkirin dê bavê min li pişt hesinên zengarî bimire.
Serokê Hong Kongê Lai tewambar kir û got: “Bi sucên kirî vê heq dike. Ev pêkhatina edalet û kêfxweşiyê ye.” Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Lin Jian eşkere kir ku Lai welatiyê Çînêye û li dijî Çîn û Hong Kongê sûc kiriye û ceza girtiye.
Li dijî cezayê hatiye birîn hem saziyên rojnamegeriyê û hem jî ji gelek dewletan bertek nîşandan.
Berteka herî lez Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Yvette Cooper da. Cooper got ku cezayê li Lai hatiye birîn qebûl nakin û banga serbestberdanê kir.
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê (YE) Anitta Hipper cezayê li Lai hat birîn şermezar kir û bang li Hong Kongê kir ku cezayên azadiya çapameniyê ji nûve sererast bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Avustralyayê Penny Wong bang li Çinê kir ku dev ji zextên xwe berde û ji Hong Kongê xwest yasaya ewlehiya neteweyî sererast bikin.
Komîteya Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî ji Çinê xwest ku dev ji zextên li ser azadiya raman, xwepêşandan, medya û saziyên sivîl berde. Her wiha ji Hong Kongê xwest yasaya navborî ji holê rake.
Konseya Karên Tayvan a Enqereyê got: “Çîn û Hong Kong ji bo medya û têkiliyên navneteweyî bigire bin bandorê yasaya ewlehiya neteweyî bikar tîne.”
Dîrektorê Giştî yê Saziya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Thibaut Bruttin jî diyar kir ku doza Lai ne tu dozeke û ceza ji binî ve bêhiqûqî ye û perdeya azadiya raman û azadiya çapameniyê ji holê hatiye rakirin. Bruttin ji Îgilistan û Amerîkayê xwest ku têkiliyên xwe yên bi Çînê re bibirin.
Dîrektora Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ya Asyayê Elaine Pearson got: “Lai 78 saliye û 20 sal ceza ji bo Lai wek cezayê mirinê ye. Ev bêedaletî demildest bê sererastkirin. Lai ew kes e ku bi wêrekî zextên kominîzmê rexne kir.”
Tê payîn ku parêzerên Lai, li dijî cezayê hatiye birîn îtîraz bikin. îLê li Çînê ji îtîrazan zêde encamek dernakeve.













