Hate ragihandin ku xebatkarekî radyoyê yê xwecihî li gundewarê rojavayê Humsê hate kuştin.
Li gorî nûçeya Ajanasa Nûçeyan a Hawarê; li gundewarê rojavayê Humisê rojnamevan Mihemed Îsmaîl ku di radyoyeke xwecih de kar dikir, hat kuştin.
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) qetilkirina rojnameger Mihemed Îsmaîl û binpêkirinên li dijî rojnamegeran şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku binpêkirinên li dijî rojnamegeran rawestînin.
Li Sûvedeyê êriş li rojnamegeran hat kirin
Li aliyê din duh komeke çekdar li nêzî çerxerêya Polîsên Leşkerî ya li bajarê Siwêdayê li rojnamegeran dan.
Hate diyarkirin ku rojnameger dema diçûn avahiya walîtiyê ya bajarê Siwêdayê da ku peymana di navbera şêxên bajar û desthilata Şamê de bişopînin, ji aliyê çekdaran ve hatin sekinandin û li wan hatin xistin.
Hate zanîn ku ji rojnamegerên ku lêdan xwarin e, Ehmed Felaha, Muawiya El Etreş, Mihemed Harûn, Îbrahîm Tirêsî, Emar Istêfî û Amir El Asî ne.
Li gorî agahiyan, piştî mudaxileya niştecihên bajar rojnameger hatin rizgarkirin.