Wezareta Tenduristiyê ya Îranê daxuyand ku ji destpêka êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, zêdetirî du hezar jin û zêdetirî hezar zarok birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî bîlançoya qurbaniyên jin û zarokên di êrişên Îsraîl û Amerîkayê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji destpêka êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 220 jin jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 500 jin birîndar bûne. Wezaretê da zanîn ku di êrişan de 211 zarokên dibin temenê 18 salî de jiyana xwe ji dest dane û hezar û 141 zarok jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinêye ku li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de di êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 91 welatî jî birîndar bûn.













