Di encama êrişên di 24 saetên borî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û 138 kes jî birîndar bûn.
Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê di rojan 25an de dewam dike. Rêxistina Mafê Mirovan (HRANA) derbarê rewşa şer ya di 24 saetên dawî de agahî par vekir. Li gorî rêxistinê di nava 24 saetên dawî de, li 20 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 279 êriş pêkhatine.
Bi giştî 46 baregeh bûn hedef
Hate gotin di êrişan de 46 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, baregehên polîsan, bîrên petrole û çavkaniyên bin erd yên atomî hatine hedef girtin.
Di êrişan de 36 kes hatin qetilkirin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di nava 24 saetên borî de, di encama êrişan de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 138 welatiyên din jî birîndar bûne.
Li gorî heman çavkaniyê, piraniya êrişan li ser Tahran, Elbûrz, Îsfehan, Bender Ebas, Qum, Buşehir, Tewrêz û Kendava Farsê pêk hatine.












