Amed – Di van daneyên de tê gotin ku di nava salekê de nêzê 7 hezar kesan xwe li Îranê kuştiye. Dîsa li gor heman daneyan xwekuştin herî zêde li bajarên Tehran, Îsfehan û Hemedanê pêk hatine.
Rejîma Îranê ya ku ji roja avakirina xwe heta niha xwe bi tundiya ku li ser civakê pêk tîne xwe li ser piyan dihêle civakê ji aliyê aborî, siyasî û tekiliyên kesan ve kiriye nav kaoseke mezin. Di nav vê kaosê de civak ji aliyekî ve dibe hedefa rejîmê ji aliyekî ve jî ji ber ku nikarin hebûna xwe bidomînin rê li xwekuştinê didin.
Li gor daneyên ku rejîma Îranê belav kiriye di gelemperiya Îranê de rêjeya xwekuştinê zêdetir bûye. Her wiha xwekuştina zarokan jî zêde bûye.
Di van daneyên de tê gotin ku di nav salekî de nêzê 7 hezar kesan xwe li Îranê kuştiye. Dîsa li gor heman daneyan xwekuştin herî zêde li bajarên Tehran, Îsfehan û Hemedanê pêk hatine.
Her wiha li heman daneyan di nav 5 salên derbasbûyî de herî kêm 196 zarokan xwekuştiye.
Lê divê neyê jibîrkirin ku rêjîma Îranê gelek caran kuştina ciwanan wek xwekuştin ji raya giştı re ragihandiye da ku bertek li dijî wan çênebin.