Li Îrane di roja 11an a serhildanê de bi darvekirina kesekî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 39 kes.
Li Îranê serhildana gelan kete roja 11emîn. Bi mezin bûna serhildanê êrîşên rejîma Îranê jî zêdetir dibin. Şevê din 27 jê bajarên mezin bi giştî 92 wargehan çalakî, meş û xwepêşandan pêk hatin. Di encama çalakiyan de gelek baregehên polîs û leşkeran ên Îranê hatin şewitandin.
Kesek bi hinceta sîxûrtiyê hate darvekirin
Rejîma Îranê ku bi hinceta sîxûrtiya Îsraîlê zordariya li ser gel zêde dike, bi heman hincetê welatiyê bi navê Elî Erdostanî serê sibê darve kir. Li gorî saziyên mafên mirovan rejîm bêyî darizandinê hemû kesên mûhalîf bi sîxûrtiya Îsraîlê tawanbar dike û hewil dide zordariya xwe bi vî awayî rewa bike.
Hejmara miriyan derket 39an
Di encama hêzên rejîmê de hejmara mirî, birîndar û binçavkiriyan jî zêde dibe. Li gorî çavkaniyen Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê heta niha li gorî tespîtan 2 jê wezîfedarên dewletê bi giştî 39 kesan jiyana xwe ji dest dane.
2 hezar 76 kes hatin binçavkirin
Di daxuyaniya ajansê de hate bi bîr xistin ku ji ber astengiyan nikarin xwe bigihînin tevahiya binpêkirinên rejîmê û wiha hate gotin: “Çalakî li seranserî Îranê belavbûne û ji ber vê yekê derxistina bîlançûyek zelal zehmet e. Lê li gorî agahiyên bi testîp ligel 39 kesên jiyana xwe ji dest dayîn heta niha 2 hezar 76 kes jî hatine binçavkirin.”













