Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên DYA-Îsraîlê yên li ser welat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye hezar û 444an.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî êrîşên DYA û Îsraîlê yên ku di 28ê sibatê de dest pê kiribûn, agahiyên dawî parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, heta 15ê adara 2026an hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 444an û hejmara birîndaran jî derket 18 hezar û 254an.
Li gorî daneyên ku wezaretê parve kirine, ji 28ê sibatê ve ku êrîşên hewayî dest pê kirine, bi deh hezaran kes veguhastine navendên tenduristiyê û di nexweşxaneyan de xebateke dijwar tê meşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa hezar û 70 birîndaran giran e û tedawiya wan di nexweşxaneyan de berdewam dike.
Di daxuyaniya ku tê de hûrguliyên derbarê windahiyên sivîlan de jî hatine parvekirin, hat destnîşankirin ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de 204 zarok hene û ji van 13 jê di binê 5 saliyê de ne. Hate ragihandin ku di êrîşan de 226 jin hatine qetilkirin û 3 hezar û 2 jin jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di nav birîndaran de hezar û 275 kesên di binê 18 saliyê de hene û ji van 45 jê pitikên di binê 2 salî de ne.













