Li Îranê ku bi krîzên piralî re rû bi rû ye, niha jî bi boneya krîza aborî ji wezîfegirtina Serokomar Mesûd Pezeşkiyan nîqaş dike.
Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Bagher Xalîbax duh li Meclîsa Îranê daxuyaniyek dabû û bi boneya pirsgirêkên aborî ezilkirina Serokwezîr Pezeşkiyan xwestibû. Li ser daxuyaniya Xalîbax nîqaşên li ser ji wezîfegirtinê bû rojeva bingehîn a Îranê. Xalîbax diyar kiri bû ku ger hikûmet bilindbûna bûhayên tiştan nerawestîne dê bi Parlemento bi neçarî pêvajoya ji wezîfe girtinê bide destpêkirin. Xalîbax li ser kursiya meclisê pêşiyê ji bo barîna barê dua kir û piştre ev tişt gotin: “Îro mijara me ya herî girîng pirsgirêkên debarê ne. Bûhayê xurekên esasî pir zêde dibe. Bi awayek bêkontrol zem tên. Sedemek enflayonê kêmbûna dovîz û zêran e. Lê heta niha li hemberî vê yekê tedbîrên pêwist li holê nînin. Ev yek dibe sedema tirs û fikaran. Ji ber vê yekê meclis dê vê mijarê di nêz de bişopîne.”
Îran hem di hundir de hem jî li devre bi qeyranên mezin ên siyasî, aborî û ewlehiyê re rû bi rû ye. Nirxa Riyal her diçe dikeve, av di bendavan de nemaye û rezervên avê jî hatine asta çikbûnê. Qirêjbûna hewa li Îranê gihiştiye asta felaketê û tenduristiya welatiyan tehdît dike. Ligel van pirsgirêkan bi boneya enflasyonê û zêdebûna bûhayan li tevahiya Îranê nerazîbûna gel gihiştiye asta herî jor. Li gorî dahurînerên siyasî pirsgirêkên Îranê bi wezîfegirtina serokomar çare nabin. Her wiha tê destnîşankirin ku Elî Xamaney êdî mayîna Pezeşkiyan bi fayde nabîne û sedema nîqaşan ji pirsgirêkên aborî yên bi dehan salin didomin zêdetir, pirsgirêkên îdeolojîk û siyasî ne.













