Li wilayeta Ambarê ya Iraqê di encama bombebarana DYAyê de 3 fermandarên Haşdî Şabî hatin kuştin.
Di şerê Îsraîl-DYA û Îranê de nîqaşên agirbest û lihevkirinê destpêkirin. Ligel ku agahiyek zelal tune be jî şevê din êrişên giran pêk nehatin. Ligel vê rewşê jî Baregeha Haşdî Şabî ya Wilayeta Anbarê ji hêla DYAyê ve hate bombebarankirin. Heta zanîn ku di encma bombebaranê de Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Enbarê Sead Duwey, Berpirsiyarê Îstixbaratê yê Rojhilatê Enbarê Wasiq El Fartusî û Berpirsiyarê Ewlehiyê yê Rojhilatê Enbarê Heyder El Memurî hatin kuştin.
Haşdî Şabî êrişên droneyî pêk anîbûn
Şevê din hêzên Haşdî Şabî li dijî Baregeha berê ya Amerîkayê ya li Rimêlan a li Rojavayê Kurdistanê êrişên bi dronan pêk hatibûn. Hate angaştin ku êrişên li dijî Haşdî Şabî wekî bersiva van êrişan pêk hatiye.













