Li Îzmîrê jinên bi navê R.E.,M.D. û zarokekî 15 salî A.E. bi îdîaya di Newrozê de “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.
Duh di saetên serê sibehê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de 22 kes bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin binçavkirin. Ji 22 kesan jinên bi navê M.D., R.E. û A.E. yê 15 salî hatin girtin.













