Desteya Hundirîn a Kantona Firatê bi boneya cejnên Remezanê û Newrozê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û di vê çarçoveyê de biryarnameyek weşand.
Di daxuyaniyê de, cejnên Remezanê û Newrozê li gel hatin pîrozkirin û hêvî hate kirin ku cejn bi ewlehî û kêfxweşî derbas bibin. Li gorî biryarnameyê, ev tedbîrên ewlehiyê hatin girtin:
“Tevgera motorsîkletan di nava bajêr de ji îro (Pêncşem, 19 Adar 2026) saet 18.00’an heya roja duşemê (22 Adar 2026) saet 16.00an qedexe ye. Ketina kamyonên mezin û navîn a nava bajar qedexe ye. Teqandina çekan qedexe ye û kesên ku vê qedexeyê binpê bikin dê werin cezakirin. Desteya Hundirîn bang li welatiyan kir ku ji bo ewlehiya giştî bi van tedbîran re biguncînin.













